Tebax 13, 2021 12:12 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: Me nîgeraniyeke ewlehîyê li ser sînoran tuneye

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi vê yekê ku sînorên welêt di ewlehiya tam da ne, got: Hêzên çekdar ên Îranê li ser sînoran kontrola xwe hene.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Îniyê di seredana ji navenda Vaksînekirinê ya derdora bajarê Meşhedê li parêzgeha Xorasana Rezewî ya bakurê rojhilatê Îranê da got: Kontrolkirina vîrûsa Koronayê bi hewildana berpirsan û hevrêtiya gel û berçavgirtina destûrkarên tendurustiyê pêkan e.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Gel divê erkên xwe cih bîne; Yek bi yekê gel jibo kontrolkirina vê nexweşiya vegir bi riya qanûn û şeri'ê berpirs in.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê jî di civîna hevpar a digel Seîd Nemekî Wezîrê Tendurustiyê û serdar Xulamreza Sulêymanî Fermandarê Besîca Mustezefan got: Divê me destpêkirine dubare jibo têkoşînan dijî Koronayê hebe û bangewaziya neteweyî bidin da ku gel bi giştî beşdar be.

 

Serepeyv