Tebax 12, 2021 00:16 Asia/Tehran
  • Civîna Konseya bilind a Hevahengiya Aborî bi beşdariya serokên sê saziyên welêt hat lidarxistin

Civîna Konseya bilind a Hevahengiya Aborî bi beşdariya serokên sê saziyên Îranê hat lidarxistin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Serokomartiya Îranê, Civîna Konseya bilind a Hevahengiya Aborî roja Çarşemiyê bi beşdariya serokên sê saziyan û bi serokatiya Seyid Îbrahîm Reyîsî hat lidarxistin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê civînê da dabînkirina bi wext û bi qasî têrê ya kelûpelên bingehîn û zimhêrên stratejîk ên welêt destnîşan kir û got: Pêweîst e ku kelûpelên bingehîn û hewce jibo gel bi qasê pêwîst û di dema herî lez da bên dabînkirin û zimhêrên stratejîk ên welêt di vî warî da bên kemilandin.

Reyîsî her wiha diqeta di texmînkirinê û rêkarên dabînkirina çavkaniyên pereyên derve û hundir jibo dabînkirina kelûpelên bingehîn destnîşan kir.

 

 

Serepeyv