Tebax 11, 2021 00:57 Asia/Tehran
  • Jimara miriyên Koronayê li Îranê hîn li jor e: Di 24 saetan de 508 qurbaniyên din

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 508 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 95 hezar û 111 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 10 Tebaxê ragihand, di nav 24 saetên borî de 39 hezar û 139 kesên din bi Koronayê ketin. Ji wan 4 hezar û 636 nexweş li nexweşxanan de hatin razandin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 4 milyon û 238 hezar û 676 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 591 hezar û 313 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî yên welatên cîhanê, li çaraliyê cîhanê zêdetirî 204 mîlyon kes bi vîrûsa koronayê ketine û zêdetirî 4 milyon û 317 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 mirine.

Serepeyv