Tebax 11, 2021 00:06 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrên derve yên Îran û Iraqê li Tehranê

Wezîrên Karên Derve yê Iraqê piştî ku îro gihêşt Tehranê bi wezîrê derve yê Îranê re civiya.

Li gorî ISNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, ku îro Sêşemê ji bo hevdîtina bi rayedarên Îranî re hat Tehranê, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf re rûnişt.

Di vê hevdîtinê de, pêwendiyên dualî û pêşhatên herî dawîn ên herêmî û navneteweyî hatin nirxandin û niqaşkirin.

Li gorî hin texmînan, tê çaverêkirin ku Wezîrê Derve yê Iraqê vexwendinekê pêşkêşî rayedarên payebilind ên Îranê bike ku di serdanê de beşdarî Konferansa Navdewletî ya Bexdayê bibin.

Di van rojên dawî de, hin dezgehên ragihandinê yên erebî ragihandin ku Iraq dê serokomarê Îranê ji bo beşdarîkirina di civîna navnetewî ya li Bexdayê de ban ke Iraqê.

Biryar e Iraq dawiya vê mehê bi hin welatên herêmî û rojavayî re civîneke navneteweyî li dar bixe.

Serepeyv