Tebax 07, 2021 14:47 Asia/Tehran
  • Reîsî: Dewama rewşa koronayî ya heyî nayê tehemilkirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Dewama rewşa koronayî ya heyî nayê tehemilkirin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Seyid Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da got: Rêzikên niha li gorî berfirehiya diyardeya Koronayê û asta gefa ji ber wê nîne û em hewcedarê kiryara cîhadî ne.

Reîsî her wiha got: Karê berpirsên cihanînê yên welêt tenê şîretkirin nîne, divê garantiya cihanînê ya guncan jî jibo biryaran were berçavgirtin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Divê em ji bêtevgeriya di şêwaza rûbirûbûna bi Koronayê ra derkevin û rêbazine çalakane bigirin ber xwe.

Reîsî destnîşan kir: Rêbazên guncan jibo seferberkirina hêzên gelanî û saziyên gelanî divê bên darêştin.

 

Serepeyv