Reîsî: Bi awirek nû, em gavên nû di pêşxistina têkiliyên Tehran Dêlhiya Nû de bavêjin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê girîngî û cihgeheke taybetî dide avakirina pêwendiyên berfireh bi Hindistanê re û got: “Ji îro pê de, divê em pêngavên nû û cihêreng di pêşxistina pêwendiyên dualî, herêmî û navneteweyî de bavêjin."
Li gorî bingeha agahdariya serokomariyê; Seyd Îbrahîm Reîsî roja înê di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê Sober Amaniy Jaishankar re got ku hikûmeta Îranê dê siyaseta pêşxistina têkiliyên bi welatên cîran û herêmê, nemaze Hindistanê re bimeşîne. Bi taybetî, teknolojiyên aborî, bazirganî û nû hene ku divê em ji bo xurtkirina asta têkiliyên xwe bikar bînin.
Reîsî her wiha bal kişand ser girîngiya hevkarî û hevahengiya nêzîk a di navbera her du welatan de ji bo aştî û aramiya li navçeyê û got: Îran û Hindistan dikarin ji bo dabînkirina ewlehiya navçê, bi taybetî Efxanistan rola avaker û kêrhatî bilîzin. Tehran pêşewaziya rola girîng a Dêlhiya Nû di afirandina ewlehiyê de li Efganistanê dike.
Reîsî her wiha got: "Divê çarenivîsa Efganistanê ji hêla gelê efgan bi xwe ve were diyar kirin û em bawer in ku ger amerîkiyan di vî warî de fitne nekin, ev pirsgirêk dê zû were çareser kirin,"
Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê Sober Amaniam Jaishankar jî di merasima sondxwarinê de pêşwaziya axaftina Reîsî ya derbarê îradeya hukumeta Îranê ya ji bo pêşxistina têkiliyên bi welatên cîran re kir û got: Ez ê nêrînên we ji serok û serokwezîrê Hindistanê re vebêjim û em ê hewl bidin ku hevkariya xwe zêde bikin.