Tebax 05, 2021 00:28 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Zerîf û Enrique Mora

Enrique Mora, Sekreterê Giştî yê Servîsa Pêngava Karûbarên Derve yê Ewropayê, berêvara Çarşemiyê li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re li Tehranê hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îran Pressê, Sekreterê Giştî yê Servîsa Pêngava Karûbarên Derve yê Ewropayê ku wekî nûnerê YE berpirsê hevahengiya danûstandinên Rêkeftina Navokî li Viyenayê ye, ji bo beşdarî merasima sondxwarina serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî hat Tehranê. 

Li gor nûçeya medyayên curbicur Bruno Scholl, Serokê Maseya Pêngava Yekîtiya Ewropayê û Stefan Clement, Balyozê Yekîtiya Ewropî li Viyenayê jî bi Enrique Mora re hatine Tehranê.

Herwiha îro, Mora bi Seyd Ebas Iraqçî, cîgirê wezîrê karên derve yê siyasî yê Îranê û serokê şandeya Îranê ji bo gotûbêjên Rêkeftina Navokî li Viyenê re hevdîtin pêk anî.

Serepeyv