Merasima Tenfîza sêzdehemîn dora serokomartiya Îranê dest pê kir
Tebax 03, 2021 10:50 Asia/Tehran
Merasima Tenfîza sêzdehemîn dora serokomartiya Îranê bi amadebûna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û komeke berpirsên hikûmetê dest pê kir.
Merasima Tenfîza sêzdehemîn dora serokomartiya Îranê îro Sêşemî bi amadebûna Hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û komeke berpirsên hikûmetê bi berçavgirtina şêwenameyên paqijiyê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (re) dest pê kir.
Di vê bernameyê da Ebdulreza Rehmanî Fezlî Wezîrê karên hundir ê Komara Îslamî ya Îranê, dê raporekê ji pêvajoya hilbijartina 1400î raber bike û piştî xwendina nivîsa hukmê Tenfîza Seyid Ibrahîm Reyîsî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê biaxive.