Rêberê Bilind ê Inqilaba Îslamî bi efûkirin an jî kêmkirina cezayê hejmarek ji mehkûman pejirand
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî bi efûkirin an kêmkirina sizaya hejmarek mehkûman qebûl kir.
Li gorî ragihandina bingeha agahdariya Nivîsgeha Rêberê mezin ê Inqilba Îslamî ya Îranê, bi minasibeta hilketina eydên Mubarek ên Qurban û Xedîr Xûmê, "Hz. ayetullah Xameneyî", Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî, qebûl kir ku bila cezayê du hezar û heşt sed û pênc mehkûmên dadgehên giştî û Inqilabê, rêxistinên dadwerî yên hêzên çekdar û tezîratê werin efûkirin an kêmkirin.
Hucjat-ul-Îslam wel muslimîan Muhsinî Êjeyî, serokê Rêxistina Dadweriya Îranê, di nameyekê de ji Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî re, efû yan jî sivikkirin û kêmkirina cezayê van mehkûman xwestiye ku Komîsyona Efûyê li gor benda 11 a madeya 110 ew xwediyê şert û mercên pêdivî ji bo efûyê an sivikbûna cezayên wan dîtine ku Hz. Ayetullah Xameneyî jî ev pêşniyar pejirand.