Tîrmeh 31, 2021 23:29 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê: Di 24 saetan de 286 qurbaniyên din

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 286 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 90 hezar û 630 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 31 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 19 hezar û 846 kesên din bi Koronayê ketin. Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 871 hezar û 8 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 367 hezar û 272 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku 25 milyon û 917 hezar û 921 testên tespîta koronayê li wî welatî hatine kirin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: Heya nuha, 9 mîlyon û 552 hezar û 526 kes doza yekem a vaksîna Corona û 2 mîlyon 687 hezar û 311 kes jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya vaksînên hatine lêxistin li Îranê gihêştiye 12 mîlyon 239 hezar e 837 doz.

Serepeyv