Pîrozbahiya salvegera jidayîkbûna îmamê heftem ê şîeyên cîhanê
Sibe şemî 20î Zîheceya sala 1442an a koça heyvî beranberî 31ê Tîrmeha 2021ê, salvegera jidayîkbûna pîroz a hezretê Îmam Mûsa Kazim (S), îmamê heftem ê şîeyên cîhanê ye.
Îmam Mûsa Kazim (S) 20ê Zîheceya sala 128an a Koça heyvî li gundê El-Ebwayê (Al-Abwa) di navbera Meke û Medîneyê ji dayîk bû.
Ew piştî şehîdbûna bavê xwe yê hêja hezretê îmam Ceferê Sadiq (S), îmamê şeşem ê şîeyên cîhanê, berpirsiyariya rêberiya misilmanan girte ustiyê xwe.
Îmam Mûsa Kazim (S) di zanist, navînrêtî û pirrbûna sedeqeyan, mêrxasî nav û dengekî taybet hebû; Îmamê heftem ê şîeyan ji ber sebra zêde û dilovanî û bexşenebûna li hemberî kesên ku kotîtî lê kiribûn, wek Kazim hat nasandin.
Îmamê heftem ê şîeyan bi komkirina hedîs û rewayet û hukm û hukm û vejiyandina deb û resmên bavê xwe yê hêja, îmamê Cefer Sadiq (S) û fêrkirin û rênîşandana şîeyan, îslama rastîn ku bi talîmat û têkoşînên îmamê şeşem ê şîeyên cîhanê xurt bûbû, parast û xurtir kir.
Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê, hatina salvegera jidayîkbûna hezretê îmam Mûsa Kazim (S) li hemî misilmanên cîhanê pîroz kir.