Tîrmeh 30, 2021 19:58 Asia/Tehran
  • Zerîf: Min 6 sal cihnehatina Lihevkirina Navokî ji aliyê welatên rojavayî va belgewar kir

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Min 6 sal cihnehatina Lihevkirina Navokî ji aliyê welatên rojavayî di nameyekê da ku renge nameya herî dawî û herî girîng bo Sekreterê giştî yê NY be, belgewar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Îniyê di twittekê da nivîsî: Min di roja 20ê Tîrmehê da - hevdem digel şeşemîn salvegera Biryarnameya 2231ê - 6 sal cihnehatina Lihevkirina Navokî ji aliyê welatên rojavayî di nameyekê da ku renge nameya herî dawî û herî girîng bo Sekreterê giştî yê NY be, belgewar kir.

Zerîf her wiha nivîsî: Ev name îro bi awayê serxet (online) hat weşandin û bi zûtî dê were weşandin.

 

Wezîrê karên derve yê Îranê di şeşemîn salvegera pesendkirina Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiya NY da bi nameyekê bo Antoniyo Gotêrêş sekreterê giştî yê vê saziyê, komeke bêsoziyên aliyên rojavayî wek belge di sekreterxaneya NY da qeyd kir.

Ev name hevrê digel belgeyên şeş salan bêsoziya welatên rojavayî di cihanîna Lihevkirina Navokî da ku beriya vêya bi boneyên cûrbicûr ji aliyê Wezîrê karên derve yê Îranê hatiye nivîsîn, bi pêşeka Zerîf bi du zimanên farisî û inglîsî dê were weşandin.

 

Serepeyv