Peyama sersaxiyê ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey koça dawî ya Serokê Binyata Meskenê ya Înqilaba Îslamî
Tîrmeh 26, 2021 09:18 Asia/Tehran
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê ji ber koça dawî ya Serokê Binyata Meskenê ya Înqilaba Îslamî sersaxî da.
Li gorî rapora IRNAyê, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê bi peyamekê ji ber koça dawî ya Elîreza Tabiş, Serokê Binyata Meskenê ya Înqilaba Îslamî, sersaxî da malbata wî.
Di peyama sersaxiyê ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da hatiye: Ew ji rêveberên kêrhatî û pakdest û pirxebat ên Komara Îslamî bû û di bi dehê salên bihurî da li beşên cûrbicûr û ji wan li Binyata Meskenê ku ji yadîgarên Îmamê hêja (Îmam Xumeynî) ye, xizmetine binirx kirin.