Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 268 kesên din bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 268 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 88 hezar û 800 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 25 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 27 hezar û 146 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan du hezar û 935 kes di nexweşxanan hatin razandan.
Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 691 hezar û 432 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 256 hezar û 856 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî yên welatan derbarê vîrusa korona li seranserê cîhanê de zêdetirî 194 mîlyon kes bi nexweşiya Koronayê kitine û ji 4 mîlyon 169 hezar kes jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.