Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 210 kesên din bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 210 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 88 hezar û 273 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 23 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 21 hezar û 814 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan du hezar û 432 kes di nexweşxanan hatin razandan.
Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 645 hezar û 654 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 220 hezar û 445 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî yên welatan derbarê vîrusa korona li seranserê cîhanê de zêdetirî 193 mîlyon kes bi nexweşiya Koronayê kitine û ji 4 mîlyon 152 hezar kes jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.