Tîrmeh 22, 2021 00:47 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Zerîf bi wezîrên derve yên çend welatên ewropî, asyayî û afrîqî û bi berpirsê siyaseta derve ya YE re

Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê di gotûbêja xwe ya telefonî bi wezîrên deve yên welatên Hindustan, Bosna Hersek, Kirvatîstan,Togo û berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) re bi telefonê derbarê pêwendiyên dualî û rewşa navçê gotûbêj kir.

Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê  Muhemed Cewad Zerîf di hevpeyvîna xwe ya telefonî bi wezîrê derve yê Hindustanê "Subramaniam Jaishankar" re derbarê pêwendiyên du welatan û rewşa Efganistanê gotûbêj kir.

Zerîf her wiha di gotûbêja xwe ya telefonî yên cida bi wezîra derve ya Bosna Hersek "Bisra Turkovic"  û bi wezîrê derve yê Kirvatîstanê "Gerdan Gerlich Radman" re derbarê pêwendiyên du alî û geşedanên herî dawî li navçê gotûbêj kir.

Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha îro Çarşemê bi Wezîrê Derve yê Togoyê Robert Dossî re bi têlefonê peyivî.

Di vê gotûbêjkê de, Zerîf û Dossî geşedanên dawîn ên têkiliyên dualî gotûbêj kirin.

Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê  Muhemed Cewad Zerîf di hevpeyvîna xwe ya telefonî bi berpirsiyarê siyaseta derve ya YE Josep Borrell re jî derbarê rewşa Efganistanê û gotûbêjên debara rêkeftina navokî gotûbêj kir.

Serepeyv