Komên nirxîner bo cihê erdhejê li parêzgeha Farsê hatin şandin
Tîrmeh 18, 2021 20:43 Asia/Tehran
Parêzgariya parêzgeha Farsa Îranê qala şandina komên nirxandinê bo cihê erdhejlêqewimî li başûrê vê parêzgehê kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Parêzgariya Farsê ragihand: Piştî qewimîna erdheja 5.7 rîşterî ya îro Yekşemiyê li Xiştê, komên nirxandinê ji Heyva Sor, Qayîm Meqamtiyê jibo vekolandina ziyanên ihtimalî bo vê navçeyê û gundên wê hatin şandin.
Li gorî vê raporê, heta niha tu raporek ji ziyan û zirarên vê erdhejê nehatiye ragihandin.
Erdhejeke bi mezinahiya 5.7 îro saet 19:04 navçeya Xiştê li şaristana Kazirûna parêzgeha Farsê hejand.