Tîrmeh 17, 2021 17:21 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 175 kesên din bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 201 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 86 hezar û 966 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 17 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 15 hezar û 139 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar 735 kes di nexweşxanan hatin razandan.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 501 hezar û 79 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 118 hezar û 348 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Serepeyv