Tîrmeh 12, 2021 10:59 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Îranê dawî rapora sêmehî ya Peymana Navokî raberî Meclîsê kir

Wezareta karên derve ya Îranê dawî rapora sêmehî ya Peymana Navokî raberî Meclîsê kir.

Bîst û duyemîn û dawîn rapora Wezareta karên derve ya Îranê ya ku bo Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê hatiye şandin ji 213 rûpelan pêk hatiye ku tê da hin şirove derbarê pêvajoya cihanîna Peymana Navokî di salên dawî da, dawîn rewşa gotûbêjên Viyenê jibo vejiyandina vê peymanê hatine dayîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Ev rapor di 14 bendan pêkhatî ji encamên lihevkirin û cihanîna Peymana Navokî, têkoşîna rastbêjane jibo berçavgirtina hêlên sor, bêsoziya Amerîkayê, derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî, kiryarên kêm-encam ên Ewropayê piştî derketina Amerîkayê, şerê giştalî yê aborî yê dewleta Amerîkayê li dijî gelê Îranê, bikaranîna rêbaza benda 36an a Peymana Navokî jibo çareserkirina nakokiyan, kêmkirina sozên navokî yên cihanîna Qanûna Kiryara Stratejîk jibo betalkirina boykotan, parastina mafên gelê Îranê, serneketina siyaseta zexta herîpirr, Partiya demokrat û vegeriyana bo Peymana Navokî, belgewarkirina pêwîstiya rakirina boykotan, gotûbêjên Viyenê li gorî siyaseta tekûz a hikûmetê hatiye amadekirin.

 

Serepeyv