Tîrmeh 11, 2021 13:26 Asia/Tehran
  •     Salroja şehadeta Hezretê Îmam Cewad (s) û tazîdariya bi vê minasibetê

Îrana îslamî li salroja şehadeta hezretê Îmam Muhemed Teqî(s), Cewad-ul-Eîme îmamê nehem ê şîeyên cîhanê şîndar û tazîdar e.

Îro 29ê Zîqedeya sala 1442ê ya .H.Q,  beranberî 11ê Tîrmeha 2020î, salroja  şehîdbûna hezretê Îmam Muhemed Teqî (s) e.

 Hezretê Îmam Muhemed Teqî(S) li Remezana 195`ê H.Q ji dayîk bû û piştî şehadeta bavê xwe yê giranqedr, hezretê Îmam Riza (S) îmamê heştan ê şîeyên cîhanê, îmamet û rêbertiya misilmanan girt stûyê xwe.

 Dewrana jiyan û îmameta  Îmam Cewad (S) serdema  geşatiya medeniyeta îslamî û pêşxistina hizrên felsefî û bawerîyê bo cîhana Îslamê bû.

 Lidarxistina civîn û gengeşeyan tev dijminên mezhebên curbicur, hîndekarî û  fêrkirina xelkê bi taybet ramanweran û herwiha  eşkerekirina  siyasetên li dijî mirovahiyê yên hakimên serdemê ji wan xebatên  zanistî, çandî û siyasî yên hezretê Îmam Muhemed Teqî (S) bûn.

Radyo û televzîyona  Komara Îslamî ya Îranê  bi boneya salroja şehadeta hezretê Îmam Muhemed Teqî (S), îmamê nehan  ê şîeyên cîhanê serxweşiyê dibêje misilmanên  cîhanê.

Serepeyv