Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 166 kesên din bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 166 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 85 hezar û 261 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 7 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 17 hezar û 212 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin. ku ji wan zêde ji du hezar kes di nexweşxanan de hatin razandin.
Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 304 hezar û 135 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 967 hezar û 821 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Vê Wezaretê herwiha ragihand ku li welêt heya niha 24 mîlyon 198 hezar û 270 testên teşxîsê "Covid-19" hatine kirin.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê derbarê lêdana vaksînê jî ragihand ku 4 mîlyon 507 hezar û 480 kesan dozeya yekem a vaksîna Corona wergirtine û 2 mîlyon 52 hezar û 170 kesan doza duyemîn stendine û jimara giştî ya vaksînên li Îranê hatine derzandin 6 mîlyon 559 hezar û 650 doz e .