Esed û Reyîsî li ser xurtkirina hevkariyên dualî tekez kirin
Tîrmeh 06, 2021 07:54 Asia/Tehran
Bişar Esed serokomarê Sûriyê Duşemiyê bi şev di gotûbêja telefonî tev Îbrahîm Reyîsî serokomarê hilbijaertî yê Îranê, li ser xurtkirina hevkariyên dualî yên Têhran û Şamê tekez kir.
Li gorî rapora Sana Newsê, Di vê gotûbêja telefonî da, Esed tevî pîrozkirina serketina Reyîsî di hilbijartina serokomartiya Îranê da, jibo wî di serokatiya Komara Îslamî ya Îranê da pêşketina zêdetir a Komara Îslamî û dewama serêxwegirtina destkeftan di hemî waran da hêvî kir.
Du aliyan her wiha li ser vîn û iradeya xwe jibo dewama pêvajoya xurtkirina hevkariyên dualî di hemî waran da û dewama gotûbêj û hevahengiyê derbarê mijarên eleqedar ên du welatan tekez kir.