Tîrmeh 05, 2021 21:34 Asia/Tehran
  • Têkoşîna li dijî gendeliyê mijara sereke ya dadweriya Îranê ye

Serokê berê yê dadweriya Îranê berçavgirtina sê mijarên rûmeta gel, xelkê dozdar dozvekirî û hevkaran, sê xalên girîng in li dezgeha dadweriyê û got: "Têkoşîna dijî gendeliyê û piştgiriya hilberandinê mijarên sereke yên dadweriyê ne. "

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Seyd Îbrahîm Reîsî roja Duşemê di merasîma xatirxwestin û danasîna serokê nû yê dadweriya Îranê de got: Dezgeha Dadwerî hewcedar e ku di çarçova gava duyem de guherînek berbiçav tê de pêk were û ev guhertin di belgeya ku hatî amade kirin qeyd bûye, bi îzna Xwedê teala, ev belge dê her sal were nûkirin û pêşxistin û li cihê ku nuha tê de ye nemîne.

Serokê berê yê dadweriya Îranê bal kişande ser vê yekê: "Hewldana min di vê heyamê de eva bû ku bi hevkariya hevkarên hêja heşt dozên ku Rêberê Giranqedir teyîn kirine bişopînim û bigihînim encamê û wan wekî belgeyekê bidim nasandin û ji bo mayîn û serê xwegirtinê li pêşberî hevkaran bibe ta ku bi tevgera bernamedar pêşxistina wê were şpandin û ev tevger her dem dikare domdar bibe.

Reîsî diyar kir: Divê ez spasiya hemî sazî û dezgehên ku hevkariya dezgeha dadweriyê kirin bikim, yên wekî polîs, meclisa şêwra îslamî,mirovê hêja ku di hikûmetê de bûn û saziyên cûrbecûr ên ku bi dadweriyê re hevkarî kirin.

Serepeyv