Tîrmeh 05, 2021 20:55 Asia/Tehran
  • Ji bo serokê nû yê dezgeha dadweriya Îranê merasîma xatirxwestin û danasînê

Merasîma rêzgirtin û danasîna serokên dezgeha dadweriya Îranê yên berê û niha bi amadebûna rayedarên leşkerî, siyasî û dadwerî hate lidarxistin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, di vê merasîmê de, ku vê sibehê (Duşemî) ji ber berçavgirtina protokolên tendirustiyê bi amadebûna hejmarek karbidestên paye bilind ên Îranê, yên wekî Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Muhemadî Golpayeganî, Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Seyd Îbrahîm Reîsî, Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Muhsinî Êjeyî, Mehmed Baqir Qalîbaf, Îshaq Cehangîrî û hejmarek rayedarên dewletî, leşkerî û dadwerî li dar ket.

Di vê merasîmê de, Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Muhemadî Golpayeganî metna hukmê tayînkirina  Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Muhsinî Êjeyî ji hêla Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî wekî serokê dezgeha dadweriyê xwend.

Serokê nivîsgeha Rêberê mezin ê Inqilabê got: 18ê Hezîranê bê guman rojek ji rojên Xwedê teala ye; Hilbijartinek bi heyecan a ku pirraniya mirovan bi hemû zehmetiyên ku her kes protesto dike, bersiva banga melekûtî ya Rêberê mezin da. Dijmin û hin ji wan di hundur de hin gotin anîn ser zimanê xwe lê ti yek ji wan bandor li gel nekir.

Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Muntezerî, Serdozgerê Giştî yê Îranê, jî spasiya Rêberê mezin kir û got: "Bo cara duyem, rêveberiya jorîn û serokê Dezgeha Dadweriya Îranê bi tayînkirina Hucetul-Îslam wel-Muslimîn Muhsinî Êjeyî ji nav vê dezgehê bi xwe bû, ku xwedî dîrokek dirêj û ezmûnek hêja di nav vê dezgehê ye û ji îro pê ve ew ê bi hilbijartin û tayînkirina Rêberê Bilind vê wezîfa girîng digire destê xwe.

Serepeyv