Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 111 kesan bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 111 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 84 hezar û 627 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 3 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 341 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin. ku ji wan hezar û 120 kes di nexweşxanan de hatin razandin.
Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 241 hezar û 37 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 914 hezar û 830 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gor amarên fermî yên welatên cîhanê heya vê demê zêde ji 183 milyon kes li cîhanê bi Koronayê ketine ku zêde ji 3 milyon û 981 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.