Tîrmeh 02, 2021 14:52 Asia/Tehran
  • Qedexetiya hatina ji 12 welatan bo Îranê

Alîkarê geştyariyê yê Wezareta Mîrata Çandî, Pîşeyên destî û Geştyariyê ya Îranê got: Hatina ji 12 welatan bo Îranê hatiye qedexekirin û sîniordariyê jibo rêwiyên 24 welatên din bo Îranê jî zêdetir bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Welî Teymûrî, Alîkarê geştyariyê yê Wezareta Mîrata Çandî, Pîşeyên destî û Geştyariyê ya Îranê got: Wergirtina rêwiyan ji welatên taybet (welatên ku vîrûs di wan da pêş ketiye), bi awayê rasterast û nerasterast heta ragihandina din qedexe ye.

Alîkarê geştyariyê yê Wezareta Mîrata Çandî, Pîşeyên destî û Geştyariyê ya Îranê got: Hatina ji welatên Bûtswana, Brazîl, Swatînî, Hindistan, Esûtû, Malawî, Mozambîk, Nêpal, Afrîqaya başûr, Urogûe, Zambiya p Zîmbabweyê bo Îranê qedexe ye.

Alîkarê geştyariyê yê Wezareta Mîrata Çandî, Pîşeyên destî û Geştyariyê ya Îranê got: Hatina dîplomat û memûrên dewletê û nûnerên rêxistinên navneteweyî girêdayî bi piştrastkirina Wezareta derve ya Îranê bi berçavgirtina protokolên ragihandî ye.

 

Serepeyv