Tîrmeh 01, 2021 14:59 Asia/Tehran
  • Destnîşankirina Muhsinî Êjeyî wek serokê Rêxistina Dadweriya Îranê ji aliyê Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Muhsinî Êjeyî, wek serokê Rêxistina Dadweriya Îranê hate wezîfedarkirin.

Li gorî bingeha agahdariya Nivîsgeha Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî, Hz. Ayetullah Xamineyî "Gholam Husên Muhsiîni Êjeyî" wek serokê Rêxistina Dadweriya Îranê destnîşan kir.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di vê hukmê de li ser girîngî dayîna erkên dadwerî di destûra bingehîn de tekez kiriye û her wiha domandina rêbaza veguherînê û sepandina belgeya veguherînê ya heyî, "berfirehkirina teknolojiyên nû di dadweriyê de", "destnîşankirina hêzên karîger û cîhadî di berpirsiyariyan de "," Rêzgirtina ji xizmetkariya qazî û dadgerên dilsoz û diristkar re û di heman demê de bi biryardarî û sekinîna vebir li hemberî  binpêkirinan re û têkiliya bi dilsozî bi xelkê re  "di nav bendewariyên ji serokê nû dane zanîn.

Hz. Ayetullah Xamineyî di biryar û hukmê xwe de,  tekez kir ku niha ku birêz Seyd Îbrahîm Reîsî bi dengê gelê Îranê wekî Serokê Komara Îslamî ya Îranê hatiye bijartin, ew sipasiya wî dike ji bo xizmetên wî yên hêja di dema serokatiya teşkîlata dadweriyê de ji ber ku di wê demê de di damezrandina kiryarên mayînde de gelek xizmetên bi qedr ji xwe bi cih hêştin. Ez cenabê te (Muhsinî Êjeyî) li gor eslê 157 ya qanûna bingehîn wek serokê Rêxistina Dadweriyê destnîşan dikim, ji ber ku ji bilî şarezayên wê yên yasayî, tu xwedanê ezmûnek hêja, zanîneke kûr û serbihûriyeke birûmet di werê dadweriyê de yî. 

Serepeyv