Hezîran 30, 2021 16:56 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Sepandina boykotên zalimane yên Amerîkayê li dijî Îranê terorîsma aborî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê kiryara dewleta Amerîkayê ya derketina ji Peymana Navoikî û sepandina boykotên zalimane dijî Îranê wek terorîsma aborî bi nav kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê kiryara dewleta Amerîkayê ya derketina ji Peymana Navoikî û sepandina boykotên zalimane dijî Îranê wek terorîsma aborî bi nav kir.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna Desteya dewletê da bi gotina vê yekê ku di sê salên borî da gelê Îranê tûşî terorîsma aborî ya Amerîkayê bû, got: Karê ku serokomarê berê yê Amerîkayê dijî Îranê kir, xerabtir ji şêrr û terorîsma aborî dijî nexweşan û heta kesên temendirêj bû.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta bi tekîda rayedarên dewleta nû ya Amerîkayê jibo vegeriyana bo Peymana Navokî jî got: Gelê Îranê çaverêtî heye ku ev kar zûtirkê cih were.

 

Serepeyv