Hezîran 25, 2021 23:17 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 115 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 115 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 83 hezar û 588 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 22 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 10 hezar û 820 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar û 397 kes di nexweşxanan de hatin razandin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 150 hezar û 949 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 809 hezar û 595 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gor amaraên fermî yên welatên curbicur heya vê demê 180 milyon kes zêdetir li cîhanê bi Koronayê ketine û zêde ji 3 milyon û 920 hezar kes jî ji ber vê vîrusê can dane.

Serepeyv