Edmîral Seyarî: Beşdariya bicoş a gelê Îranê di hilbijartinan da hereketa Înqilaba Îslamî misoger kir
Hezîran 24, 2021 12:02 Asia/Tehran
Alîkarê hevahengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê tekez kir ku Beşdariya bicoş a gelê Îranê di hilbijartinan da hereketa Înqilaba Îslamî misoger kir.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Emîr edmîral Hebîbullah Seyarî, Alîkarê hevahengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê tevî sipasiya ji beşdariya bicoş a gelê mezin ê Îranê di dora sêzdehem a hilbijartina serokomartiya Îranê, hilbijartina seyid Ibrahîm Reyîsî wek Serokê Komara Îslamî ya Îranê pîroz kir.
Di peyama edmîral Seyarî da hatiye: Careke din coş û dîmenên bêmînak ji sozdarî û hevrêtî û meydandariya gelê şerîf ê Îrana Îslamî û lebeyka bo banga Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û xuliqandina hemaseya 28ê Xordada 1400î li ber çavê gişt cîhanê hat nîşandan.