Hezîran 23, 2021 00:01 Asia/Tehran
  • Reîs: Dewleta Îslamî dewletek xizmetkar e, ne ku minetan bike

Serokê hilbijartî yê gelê Îranê got: di hukumeta Îslamî de, divê hemî kedkar û berpirsên wê xwe xizmetkarên netewe bihesibînin.

Li gorî ajansa nûçeyan ya IRIB Newsê, "Seyd Îbrahîm Reîsî", Serokê hilbijartî yê gelê Îranê, îro Sêşemiyê, di dema seredana xwe ya yekem a bajarê Meşheda pîroz de, li ziyaretgeha pîroz ya Îmam Riza (S), jidayikbûna Îmamê heştemîn ê Şîeyên cîhanê pîroz kir û riya razîbûna Xwedê teala riya xizmetkirina bo xelk da zanîn û got: Îro, divê rêveberên welêt ji gel hez bikin û wan bihebînin û bibin evîndarê gel, ev hebandin û evîndarbûna dereca jêrîn a hezkirin û mehebeta Xwedê teala ye.

Reîsî her wiha got: "Her kesê ku li her derekî welêt ji gel re xizmetê dike, divê zanibe ku divê rûmeta gel were parastin. Mafê kesî tuneye ku biçûktirîn zirarê bide rûmeta gel."

Serokê hilbijartî yê gelê Îranê bal kişande ser vê yekê ku divê em di aborê de mijara karê xwe Edalet û dadperweriyê bizanin  û di dewamê de got: Pêdivî ye ku li welêt, di berjewendiya gel de, di berjewendiya nirxên Şoreşa Îslamî de, di berjewendiya meaşa gel, karsaziya gel de û di damezrandina hukûmeta karîger guhertinên mezin çê bibin eva xwesta dilê gel e.

Reîsî her wiha got: "Ez wek nûnerê vî miletî rê nadim ku yek ji mafên milet binpê bibe; di parastina rûmet, di aborîyê de, bingeh dadmendiya aborî ye, ango dabeşkirina kapasîte û zirûf û dezgehên welat li ser bingeha edaletê bibe. "

Serokomarê bijartî yê Îranê amaje bi pilanên hukumeê yên pêşerojê derbarê pêşîlêgirtina vîrusa korona jî kir û got: "Vaksînlêdana giştî ya koronayê dê di zûtirîn dem de dest pê bike."

Serepeyv