Hezîran 22, 2021 13:15 Asia/Tehran
  • Qalîbaf sipasî û qedirzaniya beşdarîya îraniyên li derveyî welêt di hilbijartina 13-an a serokomariyê de kir

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf Beşdariya îraniyên li derveyî welêt di hilbijartina serokomariyê ya 13-an de sipasî kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîziyona Îran  ya îro Sêşemê; Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf, dema ku amadebûna ser sindoqan li derveyî welat nirxand, di tweet de nivîsî: "Gelek hevwelatîyên me yên hêja li seranserê cîhanê tevî heqaretên bêşermane, tevgerên nemirovane û hetta êrişa fizîkî ya hin welatfiroşan beşdarî hilbijartinan bûn. Em bi wan serbilind in".

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê roja Înê, 18ê Hezîrana 2021-an, hevdem bi Iranranê re li 133 welatan din jî li dar ket.

Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartina 13-an a serokomariyê de bi 17 mîlyon 926 hezar û 345 wekî heştemîn serokkomarê Îranê hate hilbijartin.

Serepeyv