Hezîran 22, 2021 11:35 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiyê ya serokê Koreya Bakur ji Reîsî re

Rêberê Koreya Bakur serkeftina Reîsî di hilbijartina serokomariya Îranê ya 13mîn lê pîroz kir. Wî di vê peyama xwe de hêviya berfirehtir kirina têkiliyên dostane û hevkariya her du welatan kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, medyaya dewleta Koreya Bakur (KCNA) îro (Sêşem) ragihand, "rêberê Koreya Bakur Kim Jong Ûn" di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ji "Seyd Îbrahim Raisi" re got: "Serkeftina we di hilbijartinên serokamariya Îranê de nîşana baweriyê gelê Îranê bo we ye."

Di dewamê de Kim ji Serokomarê bijartî yê Îranê re tenduristî, serkeftin di berpirsiyariya hestiyar de û avakirina Îranek bihêz xwest.

Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartina 13-an a serokomariyê de bi 17 mîlyon 926 hezar û 345 wekî heştemîn serokkomarê Îranê hate hilbijartin.

Serepeyv