Hezîran 20, 2021 09:43 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê serketina Reîsî li hilbijartinên serokomariya Îranê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li seyd Îbrahîm Reîsî kir ji ber serketina wî di hilbijartina serokomariya Îranê û hêviya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Îranê xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina seyd Îbrahîm Reîsî weke serkomarê nû yê Îranê peyameka pîrozbahiyê jê re şand.

Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya serkeftinê li post û erkê nû yê seyd Îbrahîm Reîsî, bi vê helkeftê hêviya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Îranê xwest.

Nêçîrvan Barzanî di nama xwe de hêvî xwestiye di serdema serokomariya Reîsî de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş zêdetir bê pêşxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêvî dike ku warên alîkariya Hewlêr û Bexda li gel Tehranê ji bo aramiya herdu aliyan û navçeyê, berfirehtir bibin.

Sêzdehemîn dewra hilbijartinên serokomariya Îranê li seranserê welêt û 133 welatên biyanî hat lidarxistin da ku roja Înê serokomarê heştem were hilbijartin. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî, Seyd Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi zêdetirî 17 mîlyon û 900 hezar dengan bi ser ket.

Serepeyv