Hezîran 16, 2021 23:14 Asia/Tehran
  • Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî: Hilbijartin mîna oxirkirina cenazeyê Şehîdê mezin Sulêmanî, divê bêyî berçavgirtina selîqeyan her kes beşdar bibe

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî vê berêvarê (Çarşemî) di axavtinek televîzyonî ya ji bo Neteweya Îranê de hilbijartina roja Înê wek bûyerek diyarker û bibandor di hemî pirsên sereke yên aborî û ne-aborî da zanîn.

Hz. ayetullah Xamineyî salvegera deheya jidêbûna Hz. Elî ibn Mûsa el-Riza (S) pîroz kir û şêwaza tevgera millet di hilbijartina roja Înê de di salên pêşber de û di hemî mesele û waran de pir bi bandor nirxand û got: Di hilbijartina roja Înê de, mesela sereke beşdarbûn û piştî wê cûreya bijartinê ye û em hêvî dikin ku bi xêra Xwedê teala, gel dê di vî warî de bi awayekî herî çêtir xuya bikin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî beşdarî û hebûna gel di pergala Komara Îslamî de li ser prensîb û belgeyek bawerpêkirî ya saxlem nirxandin û got: Bê guman, sûdên siyasî yên beşdarî û hebûna gel gelek û bi xêr û bereket in, lê bingeha felsefeya beşdariya netewe li qadê girîngtir e.

Hz. ayetullah Xamineyî desnîşan kir pêkhatin û serêxwegirtina Komara Îslamî maye ser pêkanîna her du ber û layên wê, anku komartî û Îslamtiyê û got: Her ji ber vê yekê hemî navendên hêzên xirab û şeytanî yên li cîhanê bi awayê taybetî li dijî hilbijartinên Îranê wekî sembola komartiyê derdikevin.

Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî amaje bi hewlên bênavber ên dijminan ji bo kêmkirina beşdariya gel, lawazkirina Îranê û paşê zêdekirina zext û destwerdanên siyasî, aborî û terorîstî li Îranê kirin û got: Giliyên gel, nemaze yên çînûqatên  mehrûm û mexdûr, ji ber ku pirsgirêkên wan ên jiyanî nehatine çarekirin, giliyên rast in, lê divê ev pirsgirêk bi hilbijartina kesek bihêz, kedkar, hêzdar û bêwestan werin çareser kirin û bi hezkirina Xwedê teala roja Înê cardin gelê me berevajî daxwazên dijminan, dê şeref û rûmeta bidin Îran û Komara Îslamî û hemû çînûqatên gel bi her selîqeyeke  siyasî dê dîsa werin qadê û her wek oxirkirina meytê şehîd hecî Qasim Sulêmanî jortir û seratir ji selîqeyên siyasî bifikirin û bên meydanê.

Hz. ayetullah Xamineyî xirabkirina zihniyeta gel derheq hilbijartinan û heke gengaz be, destwerdana li hilbijartinan wekî du armancên girîng ên çêkirina atmosfera xirab ji aliyê dijminan hesibandin û got: Ew naxwazin rûmeta coş û heyecana hilbijartinên Îranê were xuya kirin, lê bila çavên dijminan kor bibe ku hilbijartin wek her dem di wextê xwe de û bi beşdariya bicoş û girseyî ya netewe tê lidarxistin. 

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî destnîşan kir ku dibe ku hilbijartinên her welatekî wekî hilbijartinên Îranê ji hêla mustekbirên qure ve evqas li ber êrîşê nîne û di dewamê de got: Di hilbijartinên îsal de, medyaya Amerîkî û Brîtanî û kirêgirtiyên wan eva çend meh in dixwazin şik û gumanê derbarê hilbijartinê çêkin û rêjeya beşdariya gel kêm bikin.

Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî kêmkirina beşdarî û hebûna gel û dûrxistina wan ji pergala Îslamî wekî armanca sereke ya medyaya biyanî nirxand û got: Bê guman, ji xeynî hin koman, para mezin û sereke a gel hertim li dijî vîna dijmin tevgeriyaye û Xwedê bixwaze, vê carê jî milet dê bi hebûna xwe rêz û rûmetê bide pergal û welat.

Serepeyv