Hezîran 16, 2021 18:41 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 129 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 129 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê = gihêştiye 82 hezar û 480 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 16 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 10 hezar û 487 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin, ku ji wan hezar û 315 kes di nexweşxanan de hatine razandin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 60 hezar û 135 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 696 hezar û 434 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Serepeyv