Serleşker Mûsewî: Hilbijartin derfetek jibo xurtkirina hêza nerm a hikûmetê ye
Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hilbijartina bicoş weke mertaleke qahêm, welêt li hemberî komployên dijmin diparêze û derfetek jibo xurtkirina hêza nerm a hikûmetê û bilindkirina cîgeha welêt li navçeyê ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di civîna fermandar û berpirsên bilind ên artêşê di bereberê Hilbijartina 1400î da bi awayê deng û dîmen got: Hilbijartin mafê xwezayî yê gel e û gel derheqê vî mafî da berpirsiyar e û divê mafê xwe yê xwerzayî bi kar bîne û berpirsiyariya xwe cih bîne.
Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Asta beşdariya di hilbijartinê da nîşana asta agahî û besîreta gel e û têkiliya rasterast digel hesta berpirsiyariya gel derheqê çarenivîsa xwe heye.