Hezîran 13, 2021 00:01 Asia/Tehran
  • Gulbarankirina herem mezargeha pîroz a Hz. îmam Reza (S) bi minasebeta

Merasîma danîna kulîlkan û gulbarankirina herema pîroz a Hz. Îmam Reza (S) bi minasibeta "Dehaha Kerametê" bi cih hat.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press., merasîma danîna kulîlkan û gulbarankirina herema pîroz a Îmam Reza (S), îro Şemiyê, hevdem digel jidayikbûna  Hz. Mesûme (S) li eywana Îmam Xumeynî (RE)  ya ziyaretgeha Razawî hate bi rê ve birin.

Bi minasebeta ji dayikbûna Hz. Mesûme (S) û Deheya Kerametê, ala qubeya pîroz a Hz. Îmam Reza (S), Îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê, hate guhertin.

"Malik Rahmati", cîgirê serokê Uqaf û Tuliyeta Herema Îmam Riza (S), got: "Zêdetirî 200 bernamên cûrbecûr dê di Deheya Kerametê de li herem û ziyaretgeha pîroz a Razawî werin lidarxistin."

Ji îro, Şemî ku salvegera jidayikbûna Hz. Mesûme (S) ye, heya Sêşemê 22ê Hezîranê , hevdem digel rojbûna Hz. Îmam Reza (S), heştemîn Îmamê Şîeyên cîhanê, wekî "Dehaya Kerametê" hatiye binavkirin.

Herwiha îro bi minasibeta jidayikbûna Hz. Mesûme (S) li Îrana Îslamî wekî roja Keçikan hatiye binavkirin.

Serepeyv