Hezîran 06, 2021 22:40 Asia/Tehran
  • Erdheja 5.2 rîşterî ya parêzgeha Îlamê li rojavayê Îranê bû sedema ziyanên maddî

Li parêzgeha Îlam a rojavayê Îranê di saetên sibeha îro de, erdhejeke bi hêza 5.2 a pileya rîşterê û kurahiya 9 kîlometre qewmî ku di encamê de banî û dîwarên gelek xaniyên gundên Salehabad qeliştîn.

Li gor IRNAyê, navenda erdhejê bajarokê Salihava yê li parêzgeha Îlamê bûye û heta navçeya Dalaho ya li parêzgeaha Kirmaşanê jî hejand.

Navenda Erdhejê ya Îranê di daxuyaniyekê de aşkere kir, sibeha îro 4 erdhej li navça Salihavaya Îlamê çê bûn ku  hêza wan di navbera 2.5 ta 5.2 pileya rîşterê bû û nêzikî bajarên Mêhran û Îlamê bûn.

Qaymeqamê Mêhranê Esed Qasimî ragihand ku tîmên hawarçûnê bo deverê hatine şandin û heta niha di encama wê erdhejê de ziyaneke canî nebûye.

Herwiha li Mêhranê ku ser bi Îlamê ve ye, navendeke krîzê hatiye avakirin.

Ev di demekê de ye ku duh jî li Herêma Kurdistanê (Iraqê) erdhejekê bi hêza 5.3 pileya rîşterê bajarokê Çemçemalê û derdora wê hejand, lê ti ziyaneke canî û maddî nebû.

Serepeyv