Hezîran 06, 2021 11:23 Asia/Tehran
  • Sersaxî ji ber salvegera şehîdbûna Îmam Ceferê Sadiq (S)

Îro yekşemê Yekşemê 6ê Hezîrana 2021î hevdem e digel 25ê Şewala 1442ê û salvegera şehîdbûna Îmam Ceferê Sadiq (S), Îmamê şeşem ê Şîeyên Cîhanê ye.

Îmam Ceferê Sadiq (S), şeşemîn pêşewayê şîeyan di heyama jiyana xwe ya bombarek de, karî bizava zanistî û çandî ya mezin dest pê bike û bingehên zanistî yên Mekteba Şîeyê xurt bike.

Di serdema ku ramanên dijî Îslamê û wêranker, xetereke mezin di riya Îslama resen da bû, Îmam Ceferê Sadiq (S) bi têkoşînên xwe yên zanistî, rê li ber belavbûna fikrên dijî Îslamê girt.

Wî hezretî di riya damezirandina mekteba Şîetiyê, gellek dijwarî kişandin da ku bizaveke mezin li ser bingeha heqîqeta Îslamê û aqilmendiya dînî damezirîne.

Gotûbêj û munazireyên Îmam Ceferê Sadiq (S) bi hêza mentiq û stîdlala wî û bersivandina şik û gumanên dînî roleke pirr girîng di vejiyandina mekteba şîetiyê hebûye.

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi boneya salvegera şehîdbûna Îmam Ceferê Sadiq (S), Îmamê şeşem ê şîeyên cîhanê, sersaxiyê dide gişt misilmanan.

Serepeyv