Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî: Komara Îslamî însîyatîfa herî girîng a Îmam Xumeynî (re) bû
Rêberê giranqedr ê inqilabê diyar kir: Millet û welatê me îro û heya paşerojek dûr hewcedarê parastina bîranîna Îmamê hêja ne.
Li gorî bingeha agahdariyê ya Nivîsgeha Parastin û Belavkirina Berhemên Hz. Ayetullah Khamineyî, rêberê Înqilabê îro di axivtineke rasterast bi minasibeta 32 saliya rehleta Xêmdarê Komara Îslamî ya Îran Hz. Îmam Xumeynî (re) desnîşan kir: Î6nsiyatîfa herî girîng a Îmamê hêja, Komara Îslamî ye.
Rêberê Giranqedr ê Inqilabê tekez kir: Karê mezin ê Îmamê me yê hêja ev bû ku raman û teoriya Komara Îslamî afirand û ew xiste nav qada teoriyên cihêreng ên siyasî, dûv re gihande encamê û ser xist.
Hz. ayetullah Xamineyî her wiha got: Di nav pergalên cîhanê de ku di yek-du sedsalên paşîn de hatine damezrandin, ez tu pergalek ku bi qasî Komara Îslamî pêşbîniya hilweşîna wê kirinbin nabînim. Ji roja yekem ve, dilnexwaz û xêrnexwazên ku nekarîn avabûna pergala Îslamî tamul bikin, gotin ku ev pergal dê di du mehan de ji nav biçe.
Rêberê Giranqedr ê Inqilabê herwiha diyar kir: Ev dîtinên wan li ser gelek şoreşan û pergalên ku ji şoreşan derketine holê bûn. Van şoreşên li seranserê cîhanê xwedî destpêkek bicoş û kef bû, lê dawiya wan tal û jehrîn bûn.
Hz. ayetullah Xamineyî got: Sirra birûmet û serbilindbûna domdar a vê pergalê ev du peyv in: Komar û Îslamî; Gel û Îslam; Komar tê wateya gel û Îslam jî tê wateya demokrasiya olî.
Rêberê Giranqedr ê Inqilabê herwiha got: Rêberê Giranqedr ê Inqilabê tekez kir: Karê mezin ê Îmamê me yê hêja ev bû ku raman û teoriya Komara Îslamî afirand û ew xiste nav qada teoriyên cihêreng ên siyasî, dûv re gihande encamê û ser xist.