May 29, 2021 15:30 Asia/Tehran
  • Erdhejê sê parêzgehên başûrê Îranê hejandin

Îro erdhejekî bihêz li 3 parêzgehên Îranê yên Bûşehr, Fars, Kuhkuliye û Bûyir Ehmedê hejandin.

Li gor zanyariyên navenda qeydkirina erdhejan li Îranê, îro 29.05.2021ê saet 06:24ê li gor dema Îranê erdhejeke bihêz a 4.6 Rîşteran li navçeya Îmam Hesen a li bakurê parêzgeha Bûşehr pêkhatiye û herwaha parêzgehên Fars, Kihkuliye û Bûyr Ehmed jî hejandine.

Li gor heman çavkaniya navenda wê erdhejê, bajarê Îmam Hesen a li bakurê Buşehr e, herwaha 13 kîlometreyan di bin erdê de pêkhatiye.

Li gor zanyariyên çapemeniya fermî li Îranê di erdhejê de ti ziyaneke canî çênebûye, lê nav gundên wê navçeyê tirs û xofeke mezin ji xelkê re çê bû.

Serepeyv