Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî: Ger namzet gel qane bikin ku ew dikarin pirsgirêkên aborî çareser bikin, dê beşdarbûn zêde bibe
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî xîtabî gelê Îranê tekez kir: "Bila em li pey gotinên ewên ku dibêjin çûna ser ser sindoqên dengan bê feydeye dikin û neçin deng nedin, em naçin ser sandoqan, neçin û guh nadin wan, vana xêra gel naxwazin."
Li gorî Nivîsgeha Parastin û Belavkirina Berhemên Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Hz. ayetullah Xamineyî, îro sibeyê (Pêncşemî) di yekemîn salvegera destpêkirina meclisa 11-an de, bi riya pêwendiya vîdyoyê digel nûnerên gel li meclisa şêwra îslamî peyivî. Rêberê Inqilabê derberê hilbjartinên serokomariyê li Îranê yên çend hefteyên din tekez kir ku di bernameyên hilbijartinê de vegotina çareseriyên objektîf û rastîn ji pirsgirêkên aborî û jiyanî yên xelkê re ji hêla namzetan ve wekî faktora sereke ya zêdekirina beşdariya gel li hilbijartinan e. Rêberê Inqilaba Îslamî di dewamê de bi şirovekirina karên ku divê werin kirin û yên ku neyên kirin, tekez kir: Bandora encamên hilbijartinê dê li ser jiyana gel û welat bi salan berdewam bibe û em hêvî dikin ku hilbijartinên 18ê Hezîranê berevajî daxwazên dijminan ji Îranê re bibe rûmet, şeref û serbilindî .
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di vê hevdîtinê de ku bi minasibeta despêbûna sala duyem a meclisa 11-an li dar ket hin şîret derbarê domandina taybetmendiyên wekî "tevgera şoreşger û zana", "hewildana bênavber" û "kêrhatîbûn û gelanîbûn", li nûnerên meclisê kir û got: "Hemî meclîs, wekî Îmamê hêja got, divê xwe bikin wekî binyata qenciyên zav ji Nete re. "
Rêberê giranqedir ê inqilaba îslamî amaje bi ragihandina hêjatiya berendamên serokomarîyê ji alîyê Civata Zêrevana Qanûna Bingehîn kir û got: pêdivîye ku ez spasîya wan hemî kesan bikim ku li ser hesta berpirsyarîyê ketine meydana hilbijartinê û herwesa yên ku şarezatiya wan ji vê civatê re îsbat nebûye ku bi rêzdarî tevgeriyane û xelk ji bo beşdarbûna hilbijartinan vexwendinê , pêwîste ez ji van kesan re pir pir spasê bikim.
Hz. ayetullah Xamineyî herwiha desnîşn kir, red bûna hêjatiye hin kesên ku navê xwe wek berbijar qeyd kirine nayê wateya bê hêjatî û bêkêriya wan ji xwe diqewme ku belgeyên ku hêjatiya wan li destê Civata Zêrevana Qanûna Bingehîn kêm bûne.
Rêberê Înqilabê herwiha bal kişqnd ser hin rexneyan ku ji Civata Zêrevana Qanûna Bingehîn digirin û got:Helbet hedefa van rexneyan ne wek hev e.Hin rexne ji ber xêrxwaziyê ne û ew dillgiranin ku ev redkirina hêjatiya hin kesan bibe sedema kêmbûna beşdariya li dengdanê, hin rexne jî ji ber vê yekê ye ku namezdê wan red bûye , lê belê hin rexne jî ji ber vê yekê ye ku ev kesana ji binî ve Civata Zêrevana Qanûna Bingehîn naxwazin û hewldidin bi awayên curbicur ji wan bi riya torên civakî xelkê derbarê beşdariya li hilbijartinan dilsar bikin û bi vî awayî ji Civata Zêrevana Qanûna Bingehîn heyfê bistînin ku Xwedê ji van kesan derbas nabe.
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî derheqê hin fikaran derheqê ihtimala beşdariya kêm di hilbijartinên 18ê Hezîranê de got: "Ez bawer dikim ku têkiliya beşdariyê bi vî navî an wî navî re tune, lê gel li kesekî digerin ku xwedanê rêveberiyek xurt bibe û bikare pirsgirêkên welat çareser bike û ji xelkê re ne girîng e ku ev kes xwediyê kîjan mewqî û meqamê ye û ew ji kîjan fraksiyonê ye. Helbet, dibe ku ev ji bo komên siyasî girîng be, lê ne ji bo gel.
Hz. ayetullah Xamineyî bal kişand ser dijberiya dijminan li hemberî hilbijartinan ji despêka serketina Inqilaba Îslamî heya vê demê bi taybet piştî guhertina Qanûna bingehîn û spartina dewletê bo serokomar û got: Di van 42 salan de, rojeva propagandaya dijminan ev bû ku berî hilbijartinan, ew dibêjin ku gel beşdarî nabe, piştî ku gel beşdarî hilbijartinan dibe, ew dibêjin ku hilbijartin bi endezyarî hatine çêkirin, û ew dibêjin ku kesê hatî hilbijartin wekî serok îrade û viyaneke xwe tune.
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir: Tevî van hemî dijminatî û propoganda, erkê me hemuyan e ku peywira olî û razîbûna Xwedê biçopînin û erkê xwe pêk bînin.
Ev civîn bi axaftina Mihemed Baqer Qalibaf, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê dest pê kir.