Qalîbaf serkeftina gelên Filistînî pîroz kir
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf serkefina gelê Filistînê pîroz kir.
LI gor Iran Pressê, Qalîbaf bi pîrozkirina serkeftina gelê Filistînê li hemberî Rejîma Siyonîst got: Vê serfiraziyê nîşan da ku ger umeta Îslamî gavan di rêça sinetên Xwedê teala de bavêjin û pişta xwe bide gel, ew ê li devereke dorpêçkirî jî bikare ser keve.
Qalîbaf, di axavtinek berî destûra xwe li Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê roja Yekşemê, serkeftin û serfiraziya Bereya Berxwedanê li Filistînê pîroz kir û got: "Berxwedana li dijî rejîmek tawankar û dagîrker ya bi hemî alav, îmkan û piştgiriya welatên Rojavayê bi rêberiya Amerîkayê bi ser ket."
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha got: Ev serketin û serfiraziya mezin bi palpiştiya sinetên îlahî hate bidest xistin, lê di salên 1960-an de me dît ku welatên Erebî di wê demê de di şerê digel Rejîma Siyonîst de nekarîn pênc rojan jî dom bikin li dijî vê rejîmê. "
Qalîbaf destnîşan kir: "Îro me dît ku gelê Xezeyê çawa li dijî Rejîma Siyonîst li ber xwe da."
Di şerê Rejîma siyonîst a ku ji 10 Gulanê despê kir û li 21 Gulanê hat rawestandin de 243 Filistînbî ji wan 69 zarok û 39 jin şehîd bûn.