May 21, 2021 23:44 Asia/Tehran
  • Peyama Mezin ê Inqilaba Îslamî ji bo gelê Filistînê li pey serketina berxwedana li dijî Rejîma Siyonîst

Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî Hz. ayetullah Xamineyî bi weşandina daxuyaniyekê serkevtina Berxwedana Filistînê li şerê 12 rojî li dijî Rejîma Siyonîst pîroz kir.

Li gor malpera nivîsgeha Rêberê Inqilabê, Hz. ayetullah Xamineyî di vê peyamê de ciwanên egîd û wêrek ên filistînî ê komên berxwedanê û Xezeya Qehreman û berxwedêr silav kirin û got: Ez şukra Xwedê teala dikem ji ber ku  serketin û rûmet daye Mucahîdên Fîlîstînî û ji Xwedayê mezin dixwazim ku aramî û dilniya ji dilên birîndar ên malbatê şehîdan re û rehmet û mizgîniya ji bo şehîdan û şîfaya temam ji bo birîndaran bide û serfirazî û sekeftina li hemberî rejîma cinayetkar a Siyonîst pîroz dikem. 

Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî diyar kir ku ceribandina van çend rojan, gelê Fîlîstînê serbilind kir û anî ziman ku dijminê hov û gur bi duristî pê hesya ku ew li ber serhildana yekperçe ya Fîlîstînê aciz û lawaz e.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha diyar kir ku ceribandina hevkariya Quds û Qiraxê Rojava digel Xezeyê û erdên dagîrbûyî di sala 1948 û wargehên penaberan, pêşeroja Filistîniyan rohn kir; Di van 12 rojan de, rejîma zalim tawanên mezin kirin, nemaze li Xezayê û bi pratîk îspat kir ku ji ber nekarîna xwe li hember serhildana yekbûyî ya Fîlîstînê, ew tevgerên weha bi şerm û dîntî kirin ku raya giştî ya hemî cîhanê dijî xwe rakir û xwe û hukûmetên rojavayî piştgirên xwe, nemaze Amerîkaya cinayetkar, ji her demê bêtir menfûr dike. Berdewamiya tawanan û daxwaza agirbestê her du têkçûnên wî bûn. Ew neçar bû ku têkçûnê bipejirîne.

Hz. ayetullah Xamineyî desnîşan kir ku Rejîma Siyonîst ji viya zêdetir lawaz dibe û got: Amadebûna ciwanên Fîlîstînî û pêşandana hêza komên hêja yên cîhadî, û hejmarên domdar ên hêzan, dê Fîlîstîn roj bi roj bihêztir bike û dijminê mêtînger roj bi roj qelstir û lawaztir bike.

Rêberê Înqilabê got ku dema destpêkirin û rawestandina pevçûnê bi nerîna rêberên cîhadîst û sîyasî yên Fîlîstînî ve girêdayî ye, lê amadebûn û hebûna xurt li  qadê ti caran nayê rawestandin. Ezmûna "Şêxê Cerrah" di berxwedana li dijî zilma rejîmê û niştecihên kirêgirtî de divê talîmata domdar a gelê xîretmend ê Filistînê be.

Hz. ayetullah Xamineyî cîhana Îslamê derbarê mesela Filistînê wezîfedar û berpirs da zanîn  û desnîşan kir ku divê dewletên Misilman ji dil piştgirî bidin gelê Filistînê, çi di babeta bihêzkirina leşkerî, çi jî di warê malî , çi jî babeta jinûveçêkirina Filistînê divê ew alîkar bibin. Divê ku miletên Misilman vê yekê ji dewletên xwe bixwazin da ku ew bibin piştgirê gelê Filistînê.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di dawiya axavtina xwe de tekez kir ku wezîfeyek din a girîng şopandina cezayê hukûmeta siyonîst a terorîst û hov e û tekez kir ku hemî wijdanên şiyar dipejirînin ku tawana berfire ya kuştina zarok û jinên Fîlîstînî di van 12 rojan de divê bê ceza nemîne. Divê hemî hêmanên bibandor ên rêjîmê û kesê tawanbar Netanyahu ji hêla dadgehên navneteweyî û serbixwe ve werin darizandin û cezakirin; Ev yek wê bi hezkirina Xwedê teala serê xwe bigire.

Serepeyv