Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 233 kesên din jî bûn qurbaniyê Koronayê
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 233 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêşte 77 hezar û 765 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 19 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 12 hezar û 789 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar û 601 kes li nexweşxanan hatin razandin. Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 792 hezar û 204 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 272 hezar û 719 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gor amara fermî ya welatên cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê li cîhanê ji 164 milyon kesan derbas bûye û hejmara miriyên ji ber vê vîrusê jî ji 3 milyon û 419 hezar kesan derbas bûye.