Serokê Komara Îslamî ya Îranê cejna pîroz a Fitrê li serokên welatên îslamî pîroz kir
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê tevî pîrozkirina hatina cejna pîroz a Fitrê li serokên welatên îslamî, got: Ez piştrast im ku bi saya vîn û hevkariya rêberên welatên îslamî, pêwendiyên dostiyê navbera misilmanên cîhanê zêdetir ji ber xurt dibin.
Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê peyamê da ragihand: Cejna Fitrê cejna vegeriyana li fitretê û mewsima şahî û kêfa rojîdar û evdên salih e ku canê xwe di çemê zelal ê Remezanê da paqij kirine û bi riya tezkiyeya nefsê xwe, bi awayekî serfiraz li pêşberî Xwedê şanaziyê bi evdbûna xwe dikin.
Di peyama Serokê Komara Îslamî ya Îranê da hatiye: Ez piştrast im ku bi saya vîn û hevkariya rêberên welatên îslamî, pêwendiyên dostiyê navbera misilmanên cîhanê zêdetir ji ber xurt dibin û em ê pêşketin û berzbûna çanda îslamê li seranserî cîhanê bibînin.
Rûhanî di peyama pîrozbahiya xwe bo serokên wealtên îslamî da hêvîdî kiriye ku bi bereketa vê cejna pîroz, em şehedê kontrolkirina nexweşiya Koronayê li seranserî cîhanê bin.