May 09, 2021 12:28 Asia/Tehran
  • Serleşker Mûsewî: Nîşaneyên têkoçûna Rijîma Siyonîst diyar bûne

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku nîşaneyên têkçûna rijîma zarokkuj a siyonîst aşkira bûne, destnîşan kir ku mînakine hêvîder ji guhertina hevsengiya hêzan li ser xêra filsitîniyan tên dîtin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Emîr serleşker Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê îro Yekşemiyê di merasima danasîna emîr sertîp Qadir Rehîmzade, Fermandarê Biryargeha hevpar a Bergiriya asimanî ya Xatem ul-Enbiya (S) da got: Roja Qudsa îsal roja Berxwedan û hêviyê û ciyawaz digel salên berê bû.

Emîr serleşker Mûsewî got: Nîşaneyên soza rast a "Rijîma Siyonîst dê 20 salên pêşerojê nebîne" diyar dibin û ev gişt encamên seretayî yên pêşketina hêzên Berxwedanê ne.

 

 

Serepeyv