May 05, 2021 18:34 Asia/Tehran
  • Serdar Qaanî: Hêza Qudsê mînak û pîvana têkoşer û hezkiriyên çanda berxwedanê ye

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî Hêza Qudsê wek mînak û pîvana têkoşer û hezkiriyên Çanda Berxwedanê da zanîn.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, Serdar Ismaîl Qaanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Roja îro Hêza Qudsê û pasdarên Înqilaba Îslamî di rêzza pêşîn a îman û baweriyê da ne û di her nuqteyeka alemê da têkoşer û hezkiriyên nizama Îslamî û çanda Berxwedanê û serdarê şehîd Hav Qasimê Silêmanî li me wek mînak û pîvanê dinêrin û rastbêjî, manewiyet, exlaq û morala biratiyê ji me mînak digirin.

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Di dirljahiya dîroka Înqilaba Îslamî û bereya berevaniya ji îslam û berxwedanê da, di rewşên herî dijwar û qeyranan da û bi palpiştiya rîşeyên merifetî, binyatên baweriyê û îmana xurt a têkoşeran serketiyê meydanê bûne û sûdwergirtina ji van hêmayên ku çêtirbûnê pêk tînin li kêleka fêrkariyên nûjen ên leşkerî di qada şerê dijî dijmin aşkira bû û bû sebeba têkçşna dijminan û serketina heq dijî batilê.

 

Serepeyv