May 04, 2021 16:54 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna sînorvanekî Îranê di pevçûna digel şerûdên çekdar de

Sînorvanê îranî di rojavayê Îranê de di pevçûnên bi xerabkar û şerûdên çekdar re şehîd bû.

Li gorî IRNA îro Sêşemê; Serdar "Elîreza Marzbanî", fermandarê sînorvaniya parêzgeha Kurdistanê (rojavayê Îranê) got: Sînorvanên qereqola Sînorê Merîwanê, dema çavdêrî û berevaniya ji hêla sînorî li devera Dere Nexî, bi şerûd û xerabkarên çekdar re li devera tixûbê şaristana Merêwanê ketin şer û pevçûnê.

Serdar Merzbanî herwiha got: Di dema vî şer û pevçûnê de, sitvan sêyem "Husên Namwer", parêzvanê sînorê qereqola Sînorê  Merîwanê şehîd bû.

Bajarê sînorî yê Merîwanê 128 km dûrî Sineyê, navenda parêzgeha Kurdistanê li rojavayê Îranê ye.

Serepeyv